Mevlüt Oğuz* Gelek caran dema behs ji Kurdî, bi taybetî jî ji xwendin û nivîsîna Kurdî vedibe, kesên nikarin bi Kurdî bixwînin yan jî xwendina …
Mevlüt Oğuz*
Gelek caran dema behs ji Kurdî, bi taybetî jî ji xwendin û nivîsîna Kurdî vedibe, kesên nikarin bi Kurdî bixwînin yan jî xwendina wan lawaz e, dibêjin; “em fêm nakin”, lê dema tu ji wan re bi deng û peng dixwînî, dibêjin, “Wîîî! Ez fêm dikim”, “Aha! Ez niha têgihiştim!” Ji berê de wisa hest pê dikim ku em ji xwendinê bêhtir, ji bihîstinê, ji guhdarkirinê em bêtir fêm dikin, hez dikin ango têdigihêjin.
Di vê nivîsê de, ez hez dikim û çêtir dibînim ku behsa çend radyoyên girîng ên bi Kurdî weşan kirine, bikim û paşê jî li ser çend platformên podcastê rawestim ango ji we re behsa çend ajans û malperên ku beşa wan a podcastên bi Kurdî heye bikim.
Radyoya Bexdayê, Radyoya Êrîvanê û Radyoya Qahîreyê… Sê radyoyên girîng yên dîroka Kurdan e. Her sê radyo jî, ne ji aliyê Kurdan ve hatibûn vekirin lê wan weşana xwe bi Kurdî dikir, ango beşên Kurdî yên radyoyên Bexdayê, Qahîrê û Êrîvanê hebûn. Her çiqas mesken her sê radyo li dewletên cihê û bi armancên cuda cuda hatibine damezirandin jî, bi demê re û heya astekê, dem û derfet dîtine da ku xwe ji van armancên avakirinê rizgar bikin û bibin platformên belavbûna deng û awazên Kurdî.
Her wiha ji bilî Radyoya Bexdayê, Êrîvanê û Qahîreyê ez dixwazim ji xwendevanên me yên ezîz re behsa, çend radyo û ajansên navdewletî bikim ku di dema me ya îro de -Radyoya İstikrar Rûsyayê ne tê de- beşa wan a Kurdî heye ango li ser malperên xwe hin beşên bernameyên xwe wekî podcast belav dikin: SBS Kurdî ya Awistralyayê, Zayele ango Radyoya Swêdê, İstikrar Amerîka, İstikrar Rûsyayê û WDR Cosmo.
Weşana ewil a radyoya bi zimanê kurdî di salên 1923-1929an de li Yekîtiya Komarên Sosyalîst yên Sovyetê (YKSS/SSCB), li herêma Transkafkasyayê dest pê kiriye. Akademisyên û lêkolînerê Kurd, Amir Hassanpour di pirtûka xwe ya bi navê ‘Li Kurdistanê Netewperwerî û Ziman’ de dibêje, “Weşanên yekem ên radyoyê yên bi zimanê Kurdî di salên 1923 û 1929an de li welatên Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetê (YKSS) hatine kirin.”
Mamoste Hassanpour dibêje: “Tevî ku wê demê, radyo negihiştibûn Kurdistanê, weşanên yekem ên radyoyê, yên bi zimanê Kurdî, li herêma Kurdî ya xweser a li YKSSyê dest pê kiribûn lê derbarê van hewildanên pêşî de zanyariyên me gelek kêm in.”
Li gorî zanyariyên Hassanpourî, cara ewil di sala 1936an de îstasyona radyoyayê ya Kurdî hatiye damezirandin û di sala 1936an de rojane 15 deqîqeyan weşana bi Kurdî kiriye. Di sala 1954an de dema weşana Kurdî bûye saetek. Her wiha tê zanîn ku di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de îngilîzan û frensiyan gelekî sînordar be jî weşana Kurdî kirine ku mesken weşan bi piranî weşanên propagandîst bûn û carinan jî cih didan muzîkên Kurdî.
RADYOYA BEXDAYÊ (1939)
Beşa Kurdî ya Radyoya Bexdayê, di sala 1939an de hatiye vekirin û rojane 15 deqe weşan dikir û dûre ew dem hatiye zêdekirin, bi gotineke din, yekem radyoya Kurdî wek beşek ji Radyoya Bexdayê hatiye damezirandin. Berpirsyariya radyoyê Kamil Kakemîn kiriye. Her wiha li navenda radyoyê rojnameyeke bi navê ‘Êre Bexdayê’ (Devera Bexdayê) hatiye damezirandin û rojname heya sala 1958an weşana xwe domandiye. Beşa Kurdî ya Radyoya Bexdayê bi 15 deqeyan dest pê kiriye û piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn weşana wê bûye 2 saet û 45 deqe û di destpêka sala 1980yî de 16 saet û 25 xulekan weşan dikir. Di destpêkê de di weşana wê de nûçe, şîrove û muzîk hebû û bi soranî weşan dikir û lewma jî li weşana wê li herêma Soran sînordar dima. Piştre di nîveka salên 1950yî de dema wê hatiye dirêjkirin û di weşanên xwe de cih daye perwerdeya olî û nêrîna guhdaran jî. Lê divê em li vir destnîşan bikin ku, hemû weşan bi hûrgili ji aliyê hikûmeta wê demê ve dihate kontrolkirin. Di sala 1964an de dema wê hatiye dirêjkirin û bûye saetek û wê deme cih daye zaravayê Kurmancî jî. Piştî vê yekê di nava kurmancîaxêvan de jî guhdarên wê çêbûne.
İstikrar hunermendên Kurd ên wekî Eyşe Şan, Nesrîn Şêrwan, Seîd Gebarî û Mihemed Teyib bi rêya vê radyoyê li herêmê belav bûye. Radyoya Bexdayê bandoreke gelekî baş û karîger li muzîk û muzîkjenên Kurdî kiriye û bi saya vê radyoyê stranên Kurdî hatine qeydkirin û belavkirin.
Di radyoyê de kesên wekî Sadiq Bahadînê Amêdî, Mihemed Şêxo, Mihemed Arifê Cizîrî û Hesen Zîrek stranên xwe gotine û bi dehan stranên xwe li vê derê qeyd kirine. Mihemed Arifê Cizîrî stranên xwe tê de gotine ku bi giştî li wir 14-15 sêlik (plak) qeyd kirine. Hunermend Hesen Zîrek di sala 1953yan de li Radyoya Bexdayê bi dehan stranên kevin ên Kurdî bi Orkestraya Radyoya Bexdayê re tomar kirine.
Di salên1961ê û 1975an de, Kurdan bi awayekî nepen be jî, derfet dîtin û radyoya xwe damezirandin. Herwiha hêjayî destnîşankirinê ye ku, di salên 1970-80yî de hin radyoyên hikûmetê û yên xweser ên Pêşmergeyan hebûn. Li van radyoyan propaganda dihate kirin û nediyar bû bê berpirsyar kî bûn û li kû derê weşan dikirin. Dîsa em dizanin ku li Azerbaycan, Mehabad, Filistîn û Libnanê jî weşana Kurdî ya radyoyê hebû.
Di 5ê Adara 1941ê de bi piştgiriya hikûmeta frensî û bi pêşengiya kesayetên navdar Kamiran Bedirxan, li Libnanê ‘Radyoya Levantê’ (Rojhilatê Derya Spî) dest bi weşanê kiriye. Radyoyê, heftê du rojan, ji saet 17.00an heya 17.30an bi Kurmancî weşan dikir. Kamiran Bedirxan bi xwe li vê derê heya 1946an nûçe pêşkêş kirine. Mesken radyo tekane radyoyaya Kurdî ya salên 1940î bû.
RADYOYA ÊRÎVANÊ (1955)
Tevî ku li ser dema wê ya destpêkê nîqaş jî hene, em dikarin bêjin ku Radyoya Êrîvanê di 1ê meha Sıkıntı ya sala 1954an de dest bi weşanê kiriye û heya roja îro jî bi awayekî herêmî be jî weşana xwe didomîne. Lê divê bînim bîra xwendekaran, hevdem[m1], bernameyeke bi heman şêweyî li Radyoya Tiflisê jî hebû.. Ji destpêkê û heya îro de bi dehan nivîskar, hunermend û rewşenbîrên Kurd ên wekî: Casimê Celîl, Xelîlê Çaçan, Ziyaya Egîd, Mikayîlê Reşîd, Şikoyê Hesen, Wezîrê Eşo, Fêrîkê Ûsiv, Ehmedê Gogê, Şeroyê Biro, Egîdê Cimo, Keremê Seyad û hwd. bi deng û hunera xwe çanda Kurdî belav kirine û xizmeteke mezin di warê naskirin û berfirehkirina çand, huner û muzîka Kurdî de kirine.
Weşanên Radyoya Êrîvanê xwerû bi zaravayê Kurdî/Kurmancî bûn. Radyoya Êrîvanê beşa Kurdî bi saya ked û xebata kesayetên wekî Heciyê Cindî, Casimê Celîl, Emînê Evdal û Xelîlê Çaçan (Muradov) di sala 1955an da dest bi weşanê kiriye. Casimê Celîl yekem berpirsiyarê radyoyeyê bû. Piştî wî Xelîlê Çaçan 20 salan berpirsiyarî kiriye. Hevjîna Xelîl Çaçan, Eznîva Reşîd, piştî 20 salan bêjerî kiriye, di sala 1980yî de ji ber temendirêjiyê, dest ji radyokariyê berdaye.
Di dema Casimê Celîl û Xelîlê Çaçan de hunermendên wekî Karabetê Xaço, Şeroyê Biro, Seîdê Şamedîn, Reşîdê Baso, Efoyê Esed, Egîdê Têcir, Memoyê Silo, Şibliyê Çaçan, Xana Zazê, Aram Tîkran, Egîdê Cimo, Xelîlê Evdile û Şamilê Beko hwd. di radyoyê de distirên. Di radyoyê de gelek dengbêj û stranbêjên Kurd ên wek Mihemed Arif Cizîrî, Kawis Axa, Hesen Cizrewî, Hesen Zîrek, Meryem Xan û gelek dengbêj û stranbêjên bi nav û deng gihan û vê radyoyê di pêşketin û belavbûna mûzika Kurdî de roleke gelekî hêja û karîger leyîstine.
RADYOYA QAHÎREYÊ (1957)
Beşa Kurdî ya Radyoya Qahîreyê di 1ê Hezîrana 1957an de dest bi weşana xwe kiriye. Di sala 1963an de, rojane saetekê bi kurdî weşan dikir. Di Sibata 1968an de, beşa kurdî yê Radyoya Qahîreyê ji ber fişarên zêde yên Şahê Îranê Mihemed İstek Pehlewî, Serokê Iraqê Edbulselam Arif û Serokomarê Tirkiyeyê Cevdet Sunay hatiye girtin!
Radyoya Qahîreyê, bi xwendina Quranê dest bi weşanê dikir û piştre sirûda neteweyî ‘Ey Reqîb’ lê dida. Vê radyoyê li Iraq, Îran, Ermenistan, beşek ji Yekîtiya Sovyetê (YKSS), Libnan, Urdin û tevahiya Misirê dikişand. Berprisyarê beşa kurdî yê Radyoya Qahîreyê Şêx Emer Wecdî El-Mêrdînî bû. Serokomarê Iraqê yê Berê Fuad Mehsûm demekê ji li wir kar kiriye.
Bernameyên Radyoyê; nûçeyên rojane, analîzên bûyeran, nameyên guhdaran, dîroka Kurd û Kurdistanê û çand û hunera Kurdî bûn. Vê radyoyê, karîgerî û bandoreke mezin li civaka Kurdan dikir. Hunermendên Kurd mesken radyo jî ji xwe re bi kar anîn da ku çand û huner û muzîka Kurdî bi pêş bixin.
İSTİKRAR AMERÎKA (1992)
Ajansa fermî ya Amerîkayê, Voice of America (Dengê Amerîka) ku li seranserê cîhanê zêdetir ji 40 zimanî weşanê dike, di 25ê Nîsanê sala 1966an de û Beşa Kurdî ya İstikrar Amerîka jî di 25ê Nîsana 1992yan de, bi biryara Kongresa Amerîkî hatiye damezrandin û hêj jî weşana xwe berdewam dike. İstikrar Amerîka niha bi 40 zimanan weşana radyo, multîmedya, televîzyon û înternetê dike û zimanê Kurdî jî yek ji wan zimanên VOAyê ye. İstikrar Amerîka di malpera xwe de de ligel nûçeyên nivîskî, nûçeyên multîmedya û podcastan jî belav dike. Ji İstikrar Amerîka rojnamevan Luqman Ehmed ji Podcast Kurdiyê re wiha behsa İstikrar
Amerîka dike:
“Saziya İstikrar Amerîka di Nîsana sala 1992yan de bi biryara Kongresa Amerîkî çizgi damezirandin. Beşê İstikrar Amerîka niha bi 46 zimanan weşana Radyo, TV., Multîmedya û înternetê dike û zimanê Kurdî jî yek ji wan zimanên VOAyê ye. Weşanên Kurdî yên İstikrar Amerîka bi zaravayên Kurmancî û Soranî cilt belavkirin û em bi nûçe, hevpeyvîn, bernameyên siyasî, çandî, saxlemî û tekonolojî her roj bi gelek rêkan digihînin temaşevanan, guhdaran û xwendekarên Kurdan li seranserê cîhanê. İstikrar Amerîka dixwaze ku pirekê di navbera Amerîka û welatên sînorkirî yan jî welatên ku azadiya axaftin û derbirînê lê ne özgür e yan jî şer û tundûtujî li wan welatan heye. Ji ber wilo jî, ew berê xwe dide da ku nêrîn û boçûna Amerîka û siyaseta Amerîka ya derve bigihîne wan xelkan.”
SBS KURDÎ (1984)
Special Broadcasting Service (SBS) – Dezgeha Ragihandina Taybet SBS Kurdî ango Radyoya Awistralyayê, ji pişt deryayan, ji Awistralyayê, ji seranserî cîhanê bi hevpeyvînan, raportan û çîrokên civakî bi Kurdî belav dike. Damezirîner û bêjerê yekemîn nivîskar, şaîr û rojnamevan Shanînê Bekirê Sorekli ye. Li gorî zanyariyên ku bêjera Radyoyê, Mayada Kurdî Xelîl bi me re parvekirine, beşa Kurdî ya SBSê, di îlona sal 1984an de bi şêweyeke fermî di nav bernameyên Dezgeha Radio 2EA de sınır pejirandin û mamoste Shahîn Sorekli demezirînerê bernameyê û bêjerê yekemîn e. Meyade Xelîl dibêje:
“Di dema ku jimara kurdîzimanan li Awistralyayê gelekî kêm bû, bi saya keda mamoste Shahin Soreklî û piştgiriya hinek mirovên çak bernameya Kurdî êdî xwe wek bernameyeke yek-saetî ya bo Sydney û Melbournê bi cih kir. Hem bi Kurmancî û hem bi Soranî bername belav dikir û bi siyaseta çi dewletan yan rêxistinan ve ne girêdayî bû.”
Bêjera SBS Kurdiyê Mayada Xelîl amaje dike ku Bernameya Kurdî ne deriye çavkaniyeke ragîhandina bo zimanê Kurdî li Australyayê bû, di heman demê de pireke di navbera Australya û Kurdan de bû. Xelîl wiha behsa, beşa Kurdî ya SBSê dike:
“Ji aliyê zimanî ve, bi taybetî Kurmanciya standard, gelek kes û dezgehan sûd jê werdigirt û beşên ji bernameyên me li welatên wek Amerîka û Înglîstanê di dersên fêrkirina zimanê kurdî de dihatin bikarhanîn.. Bi berfirehbûna bikarhanîna înternêtê û pêşkevtina malpera me re jimara guhdarên me zêdetir bû. Bernameya Kurdî xwe bi ragihandinê ve mijûl dike, tê de nûçe, raportên derbarê rûdanên li Australya, cîhanê û herêmên Kurdî hene. Bername xwe her wiha bi mijarên bi çandê, dîrokê, teknolojiyê, civatî û yên din ve mijûl dike. Ji destpêka bernameyê ve Mayada Kurdî Xelîl (ji Kurdên Sûriyeyê) hevkar e. Sal 2013yan Roza Germiyan (ji Kurdên başûrê Kurdistanê) jî ket nav kar. Roza Germiyan û Mayada Kurdî Xelîl bernameya SBS Kurdî bi rê ve tabanın. Her weha Birwa Mihemed wek alîkar hin caran alîkariya bernameyê dike.”
Piştî ku Mamoste Soreklî teqawid bûye niha Mayada Murad Xelîl û Roza Germiyan li SBS Kurdiyê kar dikin û nûçeyen Kurdî wekî podcast li ser malperê belav dikin.
WDR COSMO – BERNAMA KURDÎ (1988)
Bernama Kurdî, bernameyeke Radyoya COSMOyê ye. Cara pêşî di sala 1988an de li Dortmundê bi 15 deqeyan dest pê dike. Di destpêkê de radyoyayek herêmî bû, lewma jî bûyer û nûçeyên herêmî yên ji derdora Dortmundê radigihîne û paşê dema wê deriye dirêjkirin û tabana saetek. Yek ji bêjerên Bernama Kurdî, Celîl Kaya dibêje, COSMO, radyoyeke koçberan e, ji bo koçberan, ango her kesên ku di radyoya COSMOyê de kar dike, bi awayekî xwedî paşxaneyeke koçberiyê yan jî penaberiyê ye.
Celîl Kaya wiha dibêje: “Bernama Kurdî, magazîneke hem siyasî ne û hem jî civakî ye; ango em weşanê dikin ji bo Kurdên li Almanyayê. COSMO, radyoyeke koçberan e, ji bo koçberan, ango her kesên ku di radyoya COSMOyê de kar dike, bi awayekî xwedî paşxaneyeke koçberiyê yan jî penaberiyê ye. Em bi du awayî weşanê dikin; hem ji bo Kurdistanê û hem jî ji bo Almanyayê weşanê dikin lê bêhtir her tiştê me jiyana koçberên Kurd ên li Almanyayê ye.”
RADYOYA SWÊDÊ (2001)
Zayele, beşa kurdî ya Radyoya Swêdê (Sveriges Radio) ye. Bi du zaravayên Kurdî (kurmancî û soranî) raport û nûçeyên derbarê Swêdê û rewenda Kurd li Swêdê pêşkêş dike. Radyoya Swêdê di 6ê Berfanbara 2001ê li paytexta Swêdê, li Stockholmê dest bi weşana xwe kiriye. Navê beşa kurdî di destpêkê de Zayele bû, lê di sala 2015an de navê guhert û bû Radyoya Swêdê.
Ji Radyoya Swêdê Beşîr Kavak, derbarê Radyoya Swêdê û weşana beşa Kurdî ya Radyoyê de ji Podcast Kurdiyê re axivî û da zanîn ku di sala 2015an de bi zêdebûna platformên dîjîtal ên înternetê û malperên înternetê û podcastê weşanên wan ên li ser FMê rabûne û navê Zayeleyê hatiye guhertin û bûye pişka Kurdî ya Radyoya Swêdê. Kavak ji me re behsa redaksyona beşa Kurdî û çarçoveya weşanê kir:
“Di sala 2015ê de bi zêdebûna platformên dîjîtal weke înternet û malperên li ser înternetê û podcastê wan, weşanên me yên li ser FMê rabûn, Pişka Kurdî yanî Zayele êdî nav jî çizgi guhertin û bû Pişka Kurdî ya Radyoya Swêdê û em bûne beşek ji navenda nûçeyên Radyoya Swêdê. Ji hingî ve raportên me li ser înternetê û bi taybetî li ser malpera radyoyê deri weşandin. Û em di rojên nava hefteyê de, kurtenûçeyên di navbera 2-3 deqeyan de wekî podcastê didin. Redaksiyona me wekî Pişka Kurdî ya Radyoya Swêdê, redaksiyoneke nûçeyî ye û çarçoveya nûçeyên me jî Swêd e. Derveyî nûçeyên Swêdê hema hema tiştekî çênakin. Weşan bi zaravayên Kurmancî û Soranî cilt dayîn û em çar nûçegihan in li wir kar dikin.”
RADYOYA İSTİKRAR RÛSYAYÊ (1984)
Yek ji radyoyên navdar li cîhanê jî, Radyoya İstikrar Rûsyayê bû, ku beriya 84 salan di 29e mijdara sala 1929ê de li Paytexta Rusyayê, li Moskowayê bi navê “Radyoya Moskow” bi zimanê rûsî dest bi weşanê kiriye. Piştre navê wê veguherî Radyoya İstikrar Rûsyayê û beşên almanî, frensî û îngilîzî tê de hatine vekirin. Radyoya İstikrar Rûsyayê bi 40 zimanên biyanî bernameyên xwe li ser pêla kurt û pêla FMê diweşand, ku zimanê Kurdî jî yek ji wan zimanan bu û di 19ê Gulana sala 2008an de dest bi weşanê kiriye.
Radyoya İstikrar Rûsyayê 13ê Nîsana 2015an veguheriye Ajansa Nûçeyan a Sputnîk. Weşana radyoyê ya bi zîmanê Kurdî ku di çarçoveya malpera ‘Sputnik Kurdistan’ de weşana xwe berdewam dikir, di 30.05.2017an de çizgi girtin. Di 29ê Hezîrana 2018an de jî bi biryara rêvebiriya ajansê, beşa Kurdî ya Sputnikê bi tevahî hatiye girtin.
PODCAST KURDÎ – (2020)
Piştî ewqas ajans û radyoyayan, em werin ser mijara Podcast Kurdiyê. Ez dikarim bêjim ku Podcast Kurdî xwe dispêre van tecrubeyên radyogeriyê û podcastan. Podcast Kurdî di kunyeyê de xwe dide naskirin:
“Radyo yek ji amrazeka serekî ya ragihandin, fêrbûn, sosyalîsazyon û wergirtina zanyariyan bû bo mirovahiyê. Bi berbelavbûna înternetê di sedsala 21ê de û bi guherînên mezin ê medyayî yên dîjîtalbûnê de, êdî podcast weke amrazeka nû ya medyayî li cîhanê derketiye û roleke nû wergirtiye.
Di demeke ku medyaya welatên Tirkiyê, Îranê, Sûriyê û Iraqê rojeva Kurdistaniyan diyar dike û medyaya her çar parçeyên Kurdistanê ber bi yekdengiyê ve diçe; me xwest hûn guhê xwe bidin me û da ku em jî; istikrar Kurdistaniyan bigihînin we. Lewre me navê Podcastkurdiyê li xwe daniye.
Podcast, di kurtedemekê de li seranserî cihanê bûye amrazeka nû ya kêfxweşî û wergirtina zanyariyan. Li her çar parçeyên Kurdistanê jî çend rojnameger çalakên ziman, edebiyat û kelepora kurdî jî dest bi belavkirina podcastan kirine û karên gelekî baş dikin. Konut hewla me di demekê de ye ku li seranserî cîhanê û Kurdistanê, veberhênaneke zêde bo medyayê tê kirin bi podcastkurdiyê em dixwazin, nûçe-analîz, zanyarî û geşedanên dawî derbarê siyaset, huner, sînema, kultura kurdî de bigihînin we.
Bi kurtî û kurdî em dixwazin rojnamegeriyê bi peyva kurdiyê têxin kerîneka guhê we. Em ê bi nûçe- belge û nûçe- analîzan hewl bidin xumama li ser bûyaran bidin alî. Helbet derbarê edebiyat, huner, siyaset, sînema, werziş û jiyanê de hevpeyvînên me hebin.“Bila guhê we li me be!”
Bi kurt û kurmancî, Podcast Kurdî, platformeke podcastê ye ku di 21ê Adara 2020an de dest bi weşana xwe kiriye. Kordînatorên Podcast Kurdiyê Mihemed Salih Bedirxan û Rabia Çetin in. Di lijneya weşanê de rojanmevanên ezmûnger, Hatîce Kamer, Mahmut Bozarslan û Murat Bayram hene û Fatoş Yildiz, Roza Sierra û Mevlut Oguz wekî edîtor kar dikin.
Hûn dikarin li ser malpera podcastkurdi.com û hemû platformên podcastan li raportên Podcast Kurdiyê guhdar bikin.
*Ev nivîs cara pêşî di Podcast Kurdiyê de hatiye belavkirin.